Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Teqe ji xwenîşanderên Îranê, binpêkirina mafê mirove

11:13 - 7 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: “Mîşêl Baçlêt (Michelle Bachlet), di civina mafê mirov di bajarê “Jinêv”ê de got ku teqeya rasterasta hêzên rejêma Îranê, binpêkirina micid a mafê mirove.

Komîserê Bilind a saziya Netewên Yekgirtî (UN) li pişka Mafê Mirov, “Mîşêl Baçlêt”, roja Înê 15`ê sermawezê, di bajarê Jinêvê de, di civîna saziya Mafê Mirov a Netewên Yekgirtî de ragihand: “Bi analîza vîdeoyên hatinî belavkirinê, tê xûya kirin ku hindek ji karbidestên asayîşê, li ser banan ve, rasterast teqê ji kesên sivîl dikin.

“Baçlêt” bi tekezî kir û got:” Bi awayekî din, armanca wan, kuştina neraziyane, riftarekî wiha, binpê kirina micid a mafê mirove.

Komîsera Bilind a mafê mirov a saziya Netewên Yekgirtî, ji rejîma Îslamiya Îranê xwest ku bi lezgîn kesên desteserkirî berdin û berpirsiyarên binpêkirina mafê mirov dadgehî bikin.

Navbirî her wisa got: zaf  Rapor hene ku didne kifşê hêzên rejîmê bona wergirtina Îfadan ji kesên desteser kirî, îşkence û reftara tund bikar tînin.