Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Teqîn bi hegerên nerohn di Îranê de berdewam in

12:41 - 19 Tîrmeh (Temûz) 2020

Roja Şemî, 18ê Tîrmehê, di hêla boriya neftê ya “Ser Bender” di parêzgeha Xûzistanê de, teqînek qewimî û pêka vîdiyoyên belav bûyî, agireke berfireh di cihê teqîna boriya neftê de hatiye dîtin lê heya niha ti zaniyariyek li heger û asta xisar û zirarên wê teqînê berdest tinîne.

Hewisa di bajarê “Ehwaz”ê ya parêzgeha Xûzistanê de, di taxa “Perdîs” a wî bajarî de, pomp benzînek teqiyaye ku herî kêm, kesekî canê xwe ji dest daye û 3 birîndar jî hebûne, ji heger û xirasên malî yên wê teqînê ti amrek berdest nîne.

Teqîn û şewatên ku piraniya wan bi hegerên nerohn di Îranê de diqewimin, zêdetir bona perdepoşkirina teqînên binke û navendên hestiyar yên rejîmê, û herwisa rejîm bi wî awayî bala xelkê bo teqinên dinê radikêşe ku teqîn û şewat di rojevê de asayî bibin û rejîma Îranê neşiyana xwe di hember êrîşên li ser binke û navendên xwe yên hestiyar, bi awayekî perdepoş bike.