Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Teqîn di Îranê de berdewamin

13:59 - 12 Tîrmeh (Temûz) 2020

Pitir ji 2 heftiyane ku bi duhevde teqîn di bajarên Îranê de, di wizegeh, Karxane û cihên giştî de diqewimin ku piraniya caran jî, xisarên giran lipey xwe ve tînin.

Di berdewamiya wan zincîre teqînan de, piştînîvro ya roja Şemî, 11ê Tîrmehê, teqîneke din di bajarê Tehranê de qewimî.

Berpirsên rejîma Îranê wê derheqê de ragihandine ku ew teqîn di zêrzemiya maleke kevin ya 2 qat de li bajarê tehranê qewimiye.

Berpirsên rejîmê ragihandine, ev teqîn, bi hegera teqîna kepsûlên gazê yên 11 kîloyî û kepsûlên gaza pîknîk qewimiye.

Rejîma Îranê bona perdepoşkirin û veşartina hin rastiyên wan bûyeran, kûrahiya zirarên wan nîşan nade û her carê, hegera wan teqînan bi hindek bûyer û pêşhatên asayî girê dide.

Wekî teqîna wizegeha navikî ya “Netenz”ê ku rejîma Îranê ragihandibû ku xisar û zirareke wiha pê neketiye, di rewşekê de ku ew teqîn bû sedema zirar û xisarpêketin bo binkeyên navikî yên rejîma Îranê û paşketina çalakiyên navikî.

Di wê derheqê de, hindek ji bikarînerên torên civakî, çavkaniya wan teqînan bi êrîşên saybêrî û mûşekî yên Îsraîlê ve girê didin, lê Îsraîl heya niha ti yek ji wan teqînan nekêşaye stûyê xwe.