
Di bajarê Tewrêz û herwisa Îsfehanê de çendîn teqîn qewimîn.
Roja Pêncşemî,30ê Tîrmeha 2020 an, di bjarê Tewrêz ê de, di nêzî termînal a kevin, dengê çendîn teqînên mezin hatine bihîstinê ku hêj cihê wan teqînan û sedemên wan teqînan bi zelalî nehatiye xuyakirin.
Herwisa li êwara roja Pêncşemiyê, li bajarê Îsfehan ê, dengê teqîneke mezin di pişt çiyayekî ku derdora wê bi sîmên xardar hatiye racandinê de, qewimiye , ew çiya li nêzî wizegeh a ÎslamAbad ê ye ku berê, rastî êrîşekê jî hatibû.
Teqînên wiha di heyamê îsal de, di cihên Nizamî û hestiyar de zaf çêbûne, herçiqas ku berpirsên rejîmê hêj bi fermî û eşkere bas ji sedemên piraniya wan teqînan û bikerên wan teqînan nekirine.
Enbarên çek û cebirxanan, navendên stratejîk wekî wizegehên navikî û binkeyên hestiyar yên rejîmê, heyamekî dirêje ku di seranserê Îran ê de rastî wan teqînan tên û rejîmê jî bi gotinên cuda, cehd kiriye ku wisa bide kifşê ku ew teqîn asayî bûne.
Ewa jî di demekê de ye ku nerastewxwe tête gotin ku ew teqîn hemî bi hegera êrîşa Îsraîl ve têne kirin.