Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Teqîn di Petroşîmiya Bêcnûrdê de

11:50 - 23 Kanûna Paşîn 2021

Teqînekî mezin di nava parekî mezin ji Petroşîmiya Bêcnûrdê de qewimî û xisarekî mezin gihande wê karxana Petroşîmî.

Roja Înê 22`ê  Kanûna  Paşîn a 2021an, di nava parek ji karxana Petroşîmiya ye Bêcnûrdê de teqînekî mezin qewimî û bû sedemê Agirpêketinê ku di encamê de gelek xisar bi dû xwe de bi cî hêla.

Her çiqas media yên rejîmê cehd kirin ku sedemê wê teqînê bi tiştekî teknîkî bidne xuya kirin, û ragihandin ku boriyê hilma wê karxanê kêşe hebûne ku bûye sedemê teqînê, lê egera hindê heye ku ew karxane hatibe teqandin, yan kevtibe ber êrîşekî saybêrî.

Parekî mezin ji wê karxana petroşîmiyê ji nav çoye, û ji kar kevtiye.

Deshilatdarên rejîmê ragihandin ku di encama wê teqînê de çi xisara Canî çinebûye.

Newekheviya gotinên deshilatdarên rejîmê li wê derheqê de, wê gumanê bi hêz dike ku ew karxane hatiye teqandin, ne ewê ku teqîn bi sedema kêşa fennî be.

Fermandarê Bêcnûrdê gotiye: Boriyên Hilmê teqiyane, Parêzgarê Xurasana Bakûr gotiye: Sedemê teqînê, kêşa fennî bûye, carekî dinê dibêje heya niha sedem zelal nîne û dê jêvekolîn bête kirin.

Hêza teqînê hinde mezin bû ku, Bicnûrdê û der dora wê, ber dengê wê hejiyane.