Bi sedema Teqînên bihêz li hember xwendingeheke keçan li bajarê Kabolê, bi 10an kesan canê xwe ji dest dan û 150 kes jî birîndar bûne.
Li gor amara belavbûyî ji aliyê nexweşxanyên bajarê Kabol li Efxanistanê, li êrîşa bo ser xwendingeha “Sêyyid EL-Şoheda” li rojava yê bajarê Kabolê de, 55 kes hatine kuştin û 151 kes jî birîndar bûne û piraniya wan dersxwan bûne ku li dema derketin li xwendingeha “Sêyyid El- Şoheda”ê bûne armanca vê êrîşê.
Hevdem digel belavbûna wê amarê, nexweşxaneyên Kabolê daxwaz ji xelkê kirin ku bona birîndarên wê êrîşê bi lezgînî xwînê bi wan re bidin.
Dewleta Efxanistanê girûpa “Talîban”ê bi bikerê wê êrîşê tawanbar kir, lê girûpa “Talîban”ê ev êrîş şermezar kir û ev êrîş xiste stuyê girûpa terorîstî ya DAÎŞê.
Duh êvarê, li taxa 13 a bajarê Kabolê, li nêzî xwendingeha “Sêyyide El-Şoheda”ê 3 teqîn qewimîbûn.
Xelkê Efxanistanê bi sedema aloziyên siyasî û rola berçav a girûpên tundajo li wî welatî de, rastî gefên herî micid ên canî dibin.