
Li bajarê “Serê Kanî” li Rojavayê Kurdistanê di encama teqînekê de ku çendîn leşkerên Tirkiyê jî di nav de bûne, zêdetir ji 16 kes hatine kuştin.
Roja Pêncşemî 10ê Kanûna Pêşîn, li xaleke kontrol ya leşker û çekdarên girêdayê Tirkiyê li başûrê “Serê Kani”yê, maşîneke bombrêjkirî teqiya.
Çavedêrê Mafên Mirov li Sûriyê ragihand: “Di encama wê teqînê de 3 leşkerên Tirkiyê, 11 çekdarên girûpa “Sultan Murad” û 2 kesên din, hatine kuştin û 12 kes jî birîndar bûne.
Parêzgariya “Riha”yê di daxuyaniyekê de daye zanîn ku, di encama teqînê de 2 leşkerên Tirkiyê û 2 çekdar hatine kuştin û 8 kes ku 6 ji wan leşker in birîndar bûne.
Wezareta Hundirî ya Tirkiyê jî di daxuyaniyekê de ragihand, di xaleke kontrolkirinê de, maşîneke bombrêjkirî teqiyaye ku di encama wê teqînê de 2 leşker hatine kuştin û 8 jî birîndar bûne.
“Serê Kani” û bajarê Girê Spî, li Cotmeha sala derbasbûyî di encama êrîşeke berfireh de ketibû destê leşkerên Tirkiyê û girûpên çekdar ên girêdayê wî welatî.