Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Teqîn li devera taybet a pîşeyî li Sêlfçiganê xisarên canî hebûn

11:51 - 15 Kanûna pêşîn 2020

Teqin li kûreya helandina hesinan li kompaniya “Fûladê Sen`etê Perdîsê Azerbaycan” li bajarê “Qum”ê çendîn kuştî û birîndar lêketin, lê îdareya “Kar” a bajarê Qumê ragihandiye ku ti teqînek neqewimiye.

Roja Duşemî 14ê Kanûna Pêşîn, di kûreya helandina hesin ya kompaniya “Fûladê Sen`eta Perdîs a Azerbaycan” li bajaroka “Sêlfçigan” li parêzgeha “Qum”ê de, teqînek qewimî û pêka gotina Serokê Giştî yê Krîzan li parêzgeha “Qum”ê, “Muhsin Orûcî”, teqin bi sedema pirsgirêka teknîkî ya kûreya helandina hesinan a kompaniyê ve qewimiye.

Derheq xisarên canî yên wê teqînê, Berdevkê Orjansa Îranê, “Mucteba Xalidî” ragihandiye ku 15 kedkar hatine kuştin û birîndarkirin.

Pêka dawî nûçeyan, di destpêka teqînê de 2 kedkaran canê xwe ji dest dane û 10 kedkar jî bo nexweşxanê hatine veguhastin ku rewşa tenduristiya 5 kes ji wan kedkaran xirab e.

Serokê Îdareya “Karî, Rifah û Te`imîn Îctima`î” yê devera “Sêlfçigan”ê ragihandiye ku nûçeya teqîn li Sêlfçigan çewtekarî ye û ti teqînek neqewimiye.

Kompanî û kargehên devera Pîşeyî pêka yasayên deverên azad ên aborî bacê bi dewletê re nadin û herwisa piraniya yasayên kar di wan kargeh û kompaniyan de nayêne berçavgirtin û kedkar ji tev paiştevaniyên yasayî bêpar in.