Piştî wê ku dengê teqînekî bihêz li yêk ji saytên petrokîmiya ya Mahşehrê hatiye bihîstin, piştre parekî zaf ji wê Petrokîmiya yê agir girtiye.
Şewa derbasbûyî, 31ê Adarê dengê teqînekî bihêz li nava Petrokîmiya Mahşehrê hatiye bihîstin û Agir pêkevtiye, û gorî zaniyariyên ku heya amadekirina wê nûçeyî, dehan maşîn û alavên agir temirandinê nekarîne Agir kontirol bikin.
Piştî dengê teqînê, destbicî, hêzên Sipaha Pastaran hemî rêke û derdora wê petrokîmiyayê girtin.
Gorî hin jêderên xeberiye navxweyî, ew teqîn bi sedema êrîşekî Pehpadî bûye, ne bûrek.
Berpirsên rejîmê bi bê ewê kû amajeyekê bi sedemê wê teqîn û agirpêkevtinê bikin, ragihandine ku mijûlê lêkolîna sedema wê bûyerêne.
Ew bûyera tenê 3 rojan piştî wê yekêye ku rejîmê ragihandibû sebebkarên agir berdana bi dehan Maşînên wê Petrokîmiyayê destbiser kirine.
Çend rojekan berî Newrozê bi sedema Agirpêkevtina li cihê rawestandina Maşînên wê Petrokîmiyayê, dehan manîn şevitîn û jinav çun.
Di wan salên wê dawiyê de, zaf caran nûçeya teqîn û agirpêkevtina di navendên berhemanînê, binkên navokî, petrokîmiya, binkên leşkerî yên rejîmê de hatine belavkirin, lê di encamê de xûya bûye ku sedem êrîş bûye , ne ewa ku bûyerek bin, û gelek caran jî piştî midehekê rejîmê ragihandiye ku bi sedema êrîş û xirabkariya Îsraîl ve bûye, lewma egera hindê heye ku ev bûyera petrokîmiyaîya Mahşehrê de jî, bi sedema êrîşê be.