Karxaneya Gaza şil ya Ferîmanê teqiya û xiraserek zor li pey xwe hişt.
Roja Dûşemî, 13ê Tîrmehê, karxaneya “gaza şil” a Ferîmanê li bajaroka pîşeyî ya “Kawiyan” a girêdayê bajarê Meşhehê, teqiya û agirê wê teqînê ew karxane û dewrûberê karxaneyê şevitand ku xisareke zêde bi şirketeke tenişt karxaneya Ferîmanê jî da.
Wê derheqê de berpirsê “Ateşnişanî” ya bajaroka pîşeyî ya Ferîmanê, “Cewad Cehandûst” ragihandiye ku: “Teqîn di şirketa berhemanîna gaza şil bû sedem ku xirasên giran bi wê şirketê û şirketa tenişta wê bikeve”.
Herwisa navbirî ragihand ku: “Agirpêketin di 6 mexzenên wê şirketê de bûye sedem ku mexzenek biteqe.
Spaha Terorîst a Pasdaran bi awayekî berfireh agir berdide hin cihan û bi wî awayî dixwaze wan teqîn û agirpêketinan asayî nîşan bide û di bin sîbera wan teqîn û agirpêketinan de, êrîşên li ser binkeyên xwe yên hestiyar veşêre û bi awayekî neşiyana xwe di hember wan êrîşan de veşêre.