Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Teqîna bingehên sereke û şewitandina daristanan ji aliyê rejîmê ve berdewam e

13:21 - 13 Tebax 2020

Bi sedema hegerên cuda û cihê şikê her roj beşek ji daristanên Zagirosê û deverên Îranê di nav agir de dişewitin, piraniya ew agir û teqîneveyên cihê şikê ji aliyê rejîmê ve têne kirin heta ku bêkîfayetî û neşiyan xwe pê veşêre.

Duh roja çarşemî 12ê Tebaxê, agirpêketinek li hember pomp benzîna “Gulşen” a rû bi rûyê palatingeha Tehranê qewimî û xisareke zêde li pey xwe ve hebû.

Ji aliyek di ve jî embara şewatê ya kamiyonekê di bajaroka “Fesa” a ser bi parêzgeha Farsê de şewitî û ti zaniyariyek li derheq wê teqînê ji ber dest nîne.

Rejîma Îranê her roj ciheke daristan û çêrîngehên Kurdisrtanê dişewitîne û dike bi ax.

Rejîma dije jîngeh û dijî Kurd, bi her awayekî bikare derbê li dahat û çavkaniyên surûştî yên Kurdistanê dide.