Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Teqîna borya Gazê li Xûzistanê

12:15 - 15 Kanûna Paşîn 2021

Teqî yan Teqandina hêla Borya Vêstgeha Gazê li parêzgeha Xûzistanê.

Gorî ragihandina wezareta Neft a rejîma Îranê, şewa Pêncşemiyê, 14ê Kanûna Paşîn a 2021an, Hêla Boriya Vêstgeha Gazê li nêzîk gundê “Çem Ishaq” girêdayî yê bajarê “Ramşîr” li parêzgeha Xûzistanê teqiyaye.

Gorî gotina berpirsên vê herêmê, hela ew Vêstge û boriya bi hêla Gazê ve nehatibû girêdanê.

Deshilatdarên rejîmê di parêzgeha Xûzistanê de ragîhandin ku bi hegera wê teqînê 2 kesan canê xwe ji dest dane û çend kes jî birîndar bûne.

Heya dema belavbûna wê Nûçeyê, tu zaniyariyek ji sedemê teqînê li ber dest nînin û rejîmê jî li wê derheqê basê sedemê teqîn yan teqandina han nekiriye.