Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Teqîna Dêhlîno a meha derbasbûyî ji aliyê Spaha Pasdaran ve hatibû kirin

11:39 - 8 Adar 2021

Piştî mehek derbasbûn bi ser teqîna Dêhlîno ku balyozxaneya Îsraîlê di wî bajarî de kiribû bi armanc, Navenda lihemberderkertin li dijî terorîzmê ya Hindustanê ragihand, ku “tîmeke terorîstî ya Şî`eyên mehelî ku ji aliyê Spaha Quds a taya Spaha pasdaran ve têne piştevanîkirin ew teqîne kiriye”.

Pêka Rapora “India Times”, Saziyên dijeterorên Hindustanê hin belgeyên cihê gumanê berhev anîne ku encama lêkolîna wan nîşan dide ku Spaha Guds a terorîst darêjerê wê kiriyara terorîstî bûye û bombe jî girûpeke mehelî ya Şî`e daniye.

“India Times” daye zanîn ku, bikerên wê êrîşê bi awayê bi zanebûn di cihê teqînê de destkarî kirine ku bê zanîn DAÎŞê ew teqîne kiriye, lê saziyên dijeterorê yên Hindustanê li ser wê bawerê ne ku teqîna 29`ê “January”ê şerê Spaha pasdaran e li dijî Îsraîlê.

“India Times” pêka karnaseke dijeterorê ku nexwastiye navê wê bîne, eşkere kiriye: “Ev ku bombek mezin nebû û zirareke canî li pey xwe neanî, belkî bi sedema vê be ku Îranî nexwazin welateke cîran wekî Hindustanê rastî pirsgirêkan bîne, lê peyamek rohn û gefxwarî ya rasteqîne bû”.

Piştî wê teqînê jî televîziyona “India Today” dabû zanîn ku paketnameyek hatiye peydakirin ku di wê paketê de îşare bi navê Qasim Silêmanî Û Muhsên Fexrîxzade hatiye kirin.

Tevî vê ku rejîma Îranê nikare bi ti awayekî li dijî Îsraîlê raweste û şer bike, dixwaze bi afirandina kiryarên terorîstî di deverê de û afirandina aloziyan di welatên cîran de, nerastevxwe peyaman bide Îsraîlê, lê berevajî rejîma Îranê, Îsraîl jî hertim binkeyên hêzên ser bi rejîmê Îranê, di Sûriye û Îraqê de dike bi armancê xwe.