Pêka nûçeyên navxweyê Îranê, roja Yekşemî 26`ê Banemerê, teqînek mezin di şîrketeke berhemanîna boriyên aluminyûm a ser bi devera Feşafoyê ya ser bi bajarê Rêy a ser bi Îranê rû da, û wêraniyek mezin li pey xwe bi cih hêşt.
Di wê teqînê de çar kedkarên devera Feşafoyê canê xwe ji dest dane û hejmarek jî hatine birîndarkirin.
Lê di raporeke “Îrna”ya ser bi rejîma Îranê de hatiye zanîn ku, sê kedkarana canê xwe ji dest dane û sê kes jî birîndar bûne û nasnameya yek ji wan canjidestdayan hatiye nasîn û yên din bi sedema vê ku zêde şewitîne hêj nehatine nasîn.
Berpirsên rejîmê dane zanîn, sedema wê bûyerê hêj nexuya ye.