
Şeva 29`ê li ser 30`ê Çirriya Pêşîn a 2020an, li meydana Canbazan, teqîneke bihêz di nava avahiyekê de qewimî ku ev avahî bi tewawî kavil kir.
Ji bilî eva ku dengê teqînê gihîşte hemû taxên bajarê Qa`êmşehrê, menca wê teqînê jî heya çend kîlometran hate sehkirin.
Heya niha li derheq sedem û xisara wê teqînê, rejîmê tu tîştek ranegihandiye.
Herwisa roja 28ê Çirriya Pêşîn a 2020an, li bajarê Mahşehrê jî, teqînek di nava malekê de çêbû, ku bû sedemê kavilbûna malê û kuştin û birîndarbûna çendîn kesan.
Hate ragihandin ku ew teqîn bi sedema gazê bûye.