Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Teqînek di binkeya Qedîr a Spaha Pasdaran de/ Cihê ragirtina balafirên bê pîlot

11:45 - 26 Gulan 2021

Teqînek mezin di binkeya “Qedîrî” de rû da ku ew binke yek ji wan binkeyên pedafenda hewayî ya Spaha Pasdaran a terorîst e.

Ev cihê ku çend roj berî niha Husên Selamî, Fermandê Giştî yê Spaha Pasdaran a terorîst û Emîrelî Hacî Zadê, Fermandê Hêzên Hewafeza yê Spahê, ku li vir “Dron”a bi navê “Xeze” pênîşan dan, hate teqandin.

Roja Înê 31`ê Banemerê, Nûçegihaniya “Tesnîm” a ser bi Spaha Pasdaran, nûçeyek derheq sê destkevtin girîn daye zanîn ku yek ji wan pênîşandana balafirek bê pîlot a bi navê “Xeze” bû.

Di wê merasimê de, ji cihê danîna mûşekî ya erd bi esman a bi navê “9 Dêy”, balafira “Xeze” û herwisa cihê radareke “Quds” hate pênîşandan.

Spaha Pasdaran îdia kiribû, ku ev balafira bê pîlot a bi navê Xeze, dikare heta 35 demjimêran bifire û herwisa dikare 13 bomban jî hilgire.

Lê ew binkeye hate teqandin û şewatek mezin li pey bû û mediyayên rejîmê jî heta niha ti nûçeyek derheq vê teqînê belav nekirine.

Wan rojane çendîn binke û kargehên girîng ên Spaha Pasdaran hatine teqandin û rejîmê, ji dana zaniyariyan derheq wan teqînana xwe parastiye.