Teqîneke bihêz di gumrîka “Ferah” li sînorê Îran û Efxanistanê de qewimî û çendîn tankerên neftê û enbarên paşketa berhemên neftê di wî agirî de teqiyan û şewitîn.
Roja Yekşemî 6ê Adarê, Parêzgarê Parêzgeha “Ferah” a Efxanistanê, “Tac Mihemed Cahid”, tevî piştrastkirina wê teqîna bihêz li gumrika “Şêx Abûnesir Ferahî” ragihand: “Ew agirpêketin li nav tenkerên neft û gazê de qewimiye û bona kontrolkirina wî agirî, me alav û emrazên hewce tinînin” .
Pêka gotina Parêzgarê “Ferah”ê, ew agirpêketin li devera paşketkirina berhemên neftî de qewimiye û heta niha 4 enbarên paşketkirina berhemên neftî jî, di wî agirî de şewitîne.
Herwisa “Tac Mihemed Cahid”, tekezî kir ku agir di devera paşketkirina berhemên neftî de bûye û bi damezraveyên gumrikî û maşînên tarnzîtî yên din, ti xisarek pêneketiye.
Herwisa çend taciran jî ragihandine ku tankerên hilgirê berhemên neftî ku yên tacirekî bûne, di agir de şewitîne.
Ew agirpêketina 2ê ya bihêz e ku li gumrikên di navbera Îran û Efxanistanê de diqewimin, heta niha hêj bi serastî û bi tewawî rohn nîne ku bi çi sedemekê ew agirpêketin diqewimin.
Li agirpêketana berê ya li “Îslam Qel`e”yê de, bi 100an tankerên neft û gazê teqiyan û şewitin û zêdetir ji 100 milyon Dolar xisar peketibû.