Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Teqînek li bajarê Bexdayê qewimî û kuştî û birîndar lê kevtin

16:24 - 9 Adar 2021

Dezgeha Ewlehiya Îraqê ragihandiye ku bi sedema teqîna li bajarê Bexdayê, jinek hatiye kûçtin û 8 kes jî birîndar bûne û herwisa ragihandiye ku ew bûyer bi sedema teqîna narincekekê bûye.

Roja Sêşemî, 8ê Adarê, Dezgeha Ewlehî ya Îraqê di daxuyaniyekê de ragihand ku,bi sedema teqîn li nêzî pira “E`immê” li bexdayê, jinek hatiye kuştin û 8 kes jî birîndar bûne û kadrên dermanî mijûlê pêregihîştin bi 3 kes ji wan birîndaran in û yên din jî bi sedema sivikatiya birînan ji nexweşxanê mirexes bûne.

Herwisa, hevdem Serokwezîrê Îraqê, “Mistefa Elkazimî” bi amadebûn li stada operasiyon a Bexdayê, tevî lêkolîn li ser wê bûyerê, lêkolîn li ser rewşa ewlehî ya rêûresma ziyareta mezarê “Îmam Kazim” kir.

Berdevkê Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê, “Yehya Resûl” tekezî kir ku, serdana xelkê bo ziyaretgeha “Îmam Kazim” berdewam e û rewş di bin kontrola wan de ye.

Di êwariya roja Duşemî, li rêûresma ziyareta xelkê bo ziyaretgeha Îmamê Heftim yê Şîeyan, “Îmam Mûsa Kazim” teqînek qewimî bû, heya niha ti alî an girûpekê ew teqîn nekêşaye stuyê xwe.