
Teqînek bihêz li bajarê “Efrîn”a ser bi Rojavayê Kurdistanê qewimî, û bi sedema wê teqînê çend kes hatine kuştin û birîndarkirin.
Çavdêriya Mafê Mirov li Sûriyê, nîvroya Şemî 11ê Rêbendanê ragihand: “li taxa Pîşesazî a bajarê Efrînê maşîneke bomrêjkirî teqî ku bi sedema vê teqînê 16 kes bi dijwarî birîndar bûn û 2 kesan jî canê xwe ji dest dane, û yek ji wan canjidestdayiyan zarok e”.
Bajarê Efrînê li jêr desthilata hêzên girêdayê Tirkiyê û girûpên çekdar yên girêdayî wî welatî de ye, eva yekemîn teqîn e ku li destpêka sala 2021an di wî bajarî de qewimî ye.