Sersibêdeha Şemî 10`ê Temûzê, teqînek li nêzî parka Milet a bakurê Tehranê rû da û ev der hejand.
Pêka vîdiyoyên belavbûyî, teqînek li nêzî avahiya deng û rengê rejîmê û Başgahê Xebernigaranê Cewanan û şeqama Welîesrê çê bû û ev der hate hejandin.
Bikarhênerên torên civakî dane zanîn, ev devera ku teqîn tê de qewimiye, devereke hestiyar a hikûmî ye.
Kanala Xerberî ya ser bi rejîmê dîmenên teqîneke berê belav kir û daye zanîn ku wê teqînê ti xisarek canî û madî li pey xwe neaniye.
Malpera “Intel Times”a Îsraîlê nivîsiye, teqîna Tehranê li qirax Saziya Berbelav û Nojenkirina Pîşeya Îranê qewimî ye, ku ew saziyeke hevkarê bernameya navkiya Îranê ye.
Avahiya wê saziyê li tenişt avahiya Deng û Reng û Başgahê Xebernigaranê Cewanan e.
Çavkaniyek agehdar li Tehranê daye zanîn, piştî vê teqînê geştyarên nav bajarê Tehranê ji hêla Azadigan bo Qa`îmê di navbera du sekinîngehan de ji hereketê hatine sekînandin.