Bi sedema teqînek terorîstî ku li bajarê “Sedir” ê ser bi bajarê “Bexda”yê qewimî 50 kes hatin kuştin û 50 kesê dinê jî birîndar bûn.
Piraniya ew kesên ku di wê teqînê de hatine kuştin jin û zarok bûne, herwisa amar bas ji vê yekê dikin ku rêjeya qurbaniyan zêdetir ji amara belavbûyî ye.
Xelk di nava bazarA “Sedir” de mijûlê kirîna kelûpelên cejna qurbanê bûne ku ew teqîne hatiye qewmîn.
Berpirsên ewlehî yên Îraqê bas ji vê yekê dikin ku DAÎŞê pilan darêtiye ku di çend bajarên dinê yên wekî “Medîne Sedir, Şe`ib, Şu`ele û Kazimiye” teqînan encam bide.
Îsal eva cara çarê ye ku li bajarê “Sedir” teqînên wiha bên kirin û piraniya ew teqînane di nava bazarên qerebalix de hatine kirin û xelkê sivîl bûne armanca wan teqînan.
Girûpa “DAEŞ”ê a ew teqîn girtiye stuyê xwe.
Kesek bi navê “Ebûhemze” xwe teqandiye.
Ev kiryara terorîstî ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê û Rûsiyayê ve hatiye şermezarkirin.