Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Teqîneke bihêz li Efrînê rûda

17:40 - 11 Tîrmeh (Temûz) 2019

Kurdistanmedia: Li bajarê Efrînê, teqîneke bihêz rûda ku çendîn kuştî û birîndar pey xwe hebû.

Li gorî nûçeyên belavbûyî, di encama teqîna otomibîlikî bombkirî li bajarê Efrînê, hejmarek ji hevwelatiyan canê xwe jidest dan û hejmarek din jî birîndar bûn.

Di nav qurbaniyên wê bûyerê de Du zarok hebûne.

Komeleya Çavdêrî a mafê mirov a Sûriyê di warê wê teqînê de belavkiriye ku, sibêzûya Îro Pêncşemî 20`ê Pûşperê, li derwazeya bajarê Efrînê, li devera Tirend, teqîneyek rûda ye ku, di wî cihê, otomibîl bo vekolênkirinê rêz dibin.

Li gorî dawî amar, kêmaniyê 15 kes hatine kuştin, 8 kes jiwan sivîlin û 4 çekdarên hêzên opozisiyon ên Sûriyê, digel kesek din ku nenaskiriye.

Herwisa nêîzî 30 kes birîndar bûne.

Heya niha tu alîyekê nikişandiye situyê xwe.

Rêketa 1`ê Rêbendana 1396`an, dewleta Tirkiyê piştî heyameke zêde êrîş û givaş xistin, bi eşkire radigehand, êrîşê ser Kurdistana Tirkiyê dike û ji devera Efrînê ve destpêdike. Herwisa êrîşên xwe xiste di warê kiryarî û bi çekên giran û balafir û topbarankirinê, êrîş kire ser ew para Kurdisttanê.