Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Terha nexweşxaneya bajarê Mehabadê nehatiye cîbicî kirin

12:33 - 15 Tîrmeh (Temûz) 2019

Kurdistanmedia: Nexweşxaneya ”Teimînê Êctimaî” a bajarê Mehabadê ku Du sal berî niha terha wî ji alîyê wezîrê berê yê teawun û rifha êctimaî yê rejîmê ve hatibû pejirandin, heya niha jî ew terhe cîbicî nekirine.

Li gorî nûçeyên navxweyî yên belavbûyî, wezîrê berê yê teawun û rifha êctimaî Elî Rebi`î ku li serdana xwe a sala 1396`an a bo bajarê Mehabadê, kilinga terha nexeşxaneya ”Teimînê Êctimaî” ji erdê xist.

Qirar wisa bû ku ew terhe piştî çend rojan bê cîbicîkirin û peymankar mijûlê avedankirinê bin, lê heya niha piştî Du salan ew terhe nehatiye cîbicîkirin û tenê tabloya wî nexweşzaneyê xistine erdê de.

Ewe Du salin xelkên bajarê Mehabadê çavnihêrî wê terhê ne, lê berpirsên rejîmê hemû demekê soz û qewlên wale û terhên bê bûdce dadirêjin û paşê jî bi hêncetên cuda wan terh û soz û qewlan cîbicî nakin û tenê di fikra berîkên xwe de ne, û herwisa berpirsên rejîmê tu girîngiyekê jî nadine bajarên Kurdistanê.

Bajarê Mehabadê ku nêzî 200 hezar kes nifûzî ye, û xwediyê yek nexweşxaneyê ye, û piraniya xelkên wî bajarî bo tedaviyên pizîşkî bo nexweşxaneyên Urmiyê diçin.