Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Termê Barzan Mehînî kolberê Kurd gihîşte Umriye

13:48 - 11 Gulan 2022

Termên Barzan Mehînî kolberê Kurd yê ku di 23`ê Befranbara sala derbasbûyî de  li ser sînûrê destkird yê dinavbera Rojhilat û Bakur  de  ji ber hatina reniyê canê xwe jidest dabû îro gihîşte destê malbata wî li bajarê Urmiye.

Îro Çarşemî 11`ê Gulanê termê Barzan Mîhenî kolberê Kurd, yê xelkê gundê Bawa ya girêdayî devera Mirger a ser bi bajarê Urmiye, piştî derbazbûna 114 rojan li ser vunda bûna wî, îro li guristana Baxrizwana Urmiye  piştî derbaskirina pişkinînên bîzişkî dê bo dundê Bawa a devera Mirger bê veguhastin û vir bi axê bê spasrtin.

Roja Pêncşemî 23`ê Befranbara sala 1400`an a Rojî li ser sînorê destkird yê di navbera Rojhilat û Bakurê Kurdistanê, sê kolberên Kurd ên bi navên “Barzan Mîhenî, Balûl Seydanîfer û Esi`d Seydanîfer” di nav befir û bagerê de asê mabûn û renî li serê wan hate girtibû.

Piştî derbasbûna 114 rojan li ser vunda bûna wan sê Kolberan sê kolberên Kurd bi vekolînên bênavber ên xelkê herêmê û herwisa xelkê gundê Gelêşma ser bi welatê Tirkiyayê, roja Şemî 7`ê Gulanê termê Barzan Mîhenî hat peydakirin lê, du kolberên din heya niha jî bê çarenivîsin.