Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Termê ciwanekî Kurd ji aliyê du leşkeran ve hate dîtin

13:50 - 11 Hezîran 2015

Kurdistan Media: Hevwelatyekî Kurd ê Pîranşarê bi awayekî gumanbar hatiye kuştin û piştî çend rojan, termê wî ji aliyê du leşkerna ve hate dîtin.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, roja çarşemî 10’ê Hezîrana 2015’an, termê ciwanekî Kurd “Emced Felahî” kurê Omer û xelkê bajarê Pîranşarê hate dîtin.

Ew hevwelatiyê Kurd ku kesekî asayî bûye, ji aliyê kes yan kesên nenas ve bi demançe’yê hatiye kuştin û li navbera “Qopî û Sore dê” ya bajarê Pîranşarê de ji aliyê du leşkeran ve hatiye dîtin.

Hevwelatiyekî Kurd ê haydar ji vê bûyerê ji zarê kesên nêzîk ji malbata “Emced Felahî” ve ji nûçegihaniya malpera Kurdistan Media re ragihand ku, “malbata Emced di vê baweriyê de ne ku kurê wan ji aliyê more û dardestên rejîmê ve hatiye kuştin.

Li gorî van rapor û amarên ku belav dibin, salane hejmarek berbiçav ji hevwelatiyên Kurd ji aliyê kesên nenaskirî ve tên kuştin, eva li halekê de ye ku serbarê dûreçûn û şopandina malbatên cangoriyan, tu car qatîl yan bikujên wan hevwelatiyan nahên binçav kirin û ceza dayîn.

Li gor gotina wî hevwelatiyê Kurd, “dûreneçûna nawendên pêwendîdar ên rejîma Îranê ji bo dosyayên wan kuştinên biguman, eşkere dike ku destê rejîma Îranê di wan kuştinan de heye”.