Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Termê hemwelatiyekî Kurd paş 4 roj bêserşûn bûn li Hewşarê hat dîtin

22:31 - 26 Hezîran 2014

Kurdistanmedia: Ciwanekî Kurd xelkê bajarê Hewşarê bi awayekî şik û gumanî hatiye kuştin û temî wî paş 4 roja hat dîtin.
Li gor rapora Kurdistanmedia, di roja Duşemî 23’ê Hezîrana 2014’an de termê hemwelatiyê Kurd xelkê gundê Qazanlî a li deverê Hewşarê bi navê Elî Îbrahîmî kurê Ehmed paş 4 rojan di nav çemê Cexetû hat peyda kirin.

Hemwelatiyên vê deverê li ser vê bawerê ne ku Elî Îbrahîmî hatiye kuştin lê pizîşka yasayî heta niha di vê pêwendiyê de tu agahiyek bilav nekirin e.