Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Termê Kolberê Kurd “Balûl Seydanîferd” bo pizîşkê yasayî a li Baxê Rizvan a Urmiye hate veguhastin.

12:25 - 29 Gulan 2022

“Balûl Seydanîfer” yek ji wan 3ê kolberan e ku, 135 rojan berî niha kevtibûne bin reniyê û piştî peydakirina termê wî, bo “Baxê Rizvan” a Urmiye hatiye veguhstin.

Termê vundabûyî yê li nav befir û bageyê de, “Balûl Seydanîferd” duyemîn kolberê  xelkê gundê “Bavan” a girêdayî devera Mirgever a bajarê Urmiyê ye ku, sibêdeha roja Şemî 7`ê Cozerdanê, li bilindahiyên gundê “Gelêşim”a girêdayê devera Şemzînan ya li Bakûrê Kurdistanê hate peydakirin.

Termê wî kolberê Kurd, piştî derbasbûna 135 rojan li ser vundabûna wan de,  ji aliyê rûniştiyên gundê “Gelêşim”a girêdayî devera Şemzînan a Bakûrê Kurdistanê hat peydakirin, û bo pizîşkê yasayî a Şemzînan hatibû veguhastin.

Termê kolberê din yê bi navê “Barzan Mehînî” kurê Şevket, piştî derbasbûna 114 rojan li ser vundabûna wan de, li nav axa Bakûrê Kurdistanê li gundê “Gelêşim”ê hatibû peydakirtin.

Hewlên xelkê bona peydakirina termê sêyemîn kolberê vundabûyî  yê bi navê “Esed Seydanî” yê xelkê gundê “Bavan”ê berdewam in.

Termê “Balûl Seydanîfer” niha li “Baxê Rizvan” a Urmiyê ye û piştî derbasbûna qonaxên yasayî dê bi axê bê spartin.