Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Termê Kolberê Kurd “Barzan Mehînî” piştî 114 rojan li nava axa Tirkiyê de hate peydakirin

18:28 - 7 Gulan 2022

Roja Şemî 7ê Gulanê termê “Barzan Mehînî” kurê “Şewket” yek ji 3ê Kolberên gundê “Bawa” yê girêdayî bi devera “Mirgewer”ê ku roja Pêncşemî 23ê Befranbara sala 1400an a Rojî li sînorê destkird li navbera Rojhilat û Bakûrê Kurdistanê di nava befir û bagerê de winda bibûn li gundê “Gilêşim” li Bakûrê Kurdistanê hate peydakirin.

Termê “Barzan Mehînî” ji aliyê hêzên leşkerî yên dewleta Tirkiyê ve hatiye peydakirin û piştî peydakirinê, bo “Şemzînan” hate veguhastin û herwisa xelk ji lêgerîna xwe bo peydakirin termê wan 2 kolberên din yên bi navên “Balûl Seydanîfer û Esi`d Seydanîfer” berdewamin.

Barîna bfirek zêde û nebaşbûna rewşa keş û hewa di demsal zistanê de, bû sedem ku xelk nekarin wan peyda bikin.