
Termê 104 mêrên Êzidî ku di Hawîna 2014an de ji aliyê girûpa terorîstî ya DAÎŞê ve hatibûne kuştin, piştî peydakirinina paşmayiya termê wan ji gorên bi kom de, û jêvekolîna jinêtîkî bona zelalbûna nasnama wan, di rêûresmekê de bi axê hatine spartin.
Termê wan qurbaniyên destê cinayetkarên DAÎŞê roja Şemiyê li gundê Koço li nêzîk çiyayê Şengalê di nava girseya xelkê Êzidî û di merasimekê de bi axê hatine spartin.
Girûpa terorîstiya DAÎŞê di sala 2014an de dema ku Şengal dagîr kir, bi hezaran mêrên Êzidî komkuj kirin û hezaran jin û zarokên wan jî êxsîr kirin ku kevtine ber firotinê û desdirêjiya cinsî ya wê girûpa cinayetkar.
Saziya Netewên Yekgirtî komkujiya Êzidiyan ji aliyê DAÎŞê ve, wekî jînosayd û “nifşkujî “ hesibandiye.
Heya îro jî çarenivîya hezaran Kurdên Êzidî zelal nîne û niha jî nehatiye zanîn ku hezaran keç û jinên Êzidî çi bi serê wan de hatiye û ji aliyê DAÎŞê ve bi kîjan welatan hatine firotin û kîderê ne.