
Termên 16 penaxwazên Kurd ku di deryaya “Manş” de xendiqîbûn, ji balafirxaneya Istenbolê gihîştine bi balafirxaneya navdewletî ya Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê.
Termê wan 16 penaxwazên Kurd ji welatê Feransê bo Tirkiyê û ji Tirkiyê bo herêma Kurdistanê hatine şandin û zivirandina termê wan penaxwazan li ser daxwaziya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê “Mesrûr Barzanî” hatine encamdan û termên wan penaxwazan di demjimêr 2:30 sibêdeha roja Yekşemî 26ê Kanûna Pêşîn, gihîştine balafirxaneya Hewlêrê.
Herwisa pêka gotina nûnerê Fermangeha Pêwendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê “Helgurd Saleyî” daxwaza zivirandina termê penaxwazek yê Rojhilatê Kurdistanê jî kirine ku deryaya “Manş”de xendiqî bû lê bi sedema karûbarên fermî nekarîne hevdem digel termê wan welatiyên Herêma Kurdistanê, termê wî jî bo Herêma Kurdistanê bizivirînin.
Pêka amara malpera Rûdawê, termê wan kesane ku bo Herêma Kurdistanê zivirandine ev in: “Mihabad Ehmed Elî, Biryar Ehmed Ebdurehman, Mubîn Rizgar Husên, Hestî Rizgar Husên, Hediye Rizgar Husên, Kejal Ehmed Xidir, Efrasyan Ehmed Mihemmed, Serkewt Pîrot Mihemmed, Mihemmed Husên Mihemmed, Meryem Nûrî (Baran), Şakar Elî Pîrot, Mislim Îsmail Hemed, Mihemmed Qadir Awla, Rejwan Yasin Husên, Bilind Şukrî Bekir û Hesen Mihemmed Elî.