Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Termê Zahîr Bedrî naskirî bi “Pilingê Çiya” bi axê hate spartin

12:14 - 23 Hezîran 2021

Roja Duşemî 21`ê Hezîranê, rêûresma bi axspartina têkoşer û fermandê PDKÎ, Zahîr Bedrî naskirî bi “Pilingê Çiya” bi beşdariya endamên hizbê û malbata xwedîjêrazî û hevçeperên wî li yek ji goristanên bajarê “Arhurs”a Danamarkê bi rê ve çû.

Destpêkê bo rêzgirtin ji xebat û têkoşîna Zahîr Bedrî, desteyek ji endamên hizbê bi cilûbergê pêşmerge ve, termê xwedîjêrazî bi gotina sirûda “Ey Reqîb” ve heta nav mezargehê bi rê kirin.

Paşê xulekê bêdengî bo rêzgirtin li canê wî yê paqij û şehîdên Kurd û Kurdistyanê çend xulekê bi bê dengî sekînandin.

Piştre Silêman Keleşî Berpirsê Rêkxistina PDKÎ li herêma Îskandînawî li ser xebat û jiyan û cangoriya Zahîr Bedrî çend gotinek pêşkêşê amadebûyan kir.

Paşê Seîd Sultanpûr Berpirsê Giştî yê Komîteya PDKÎ li Danmarkayê, bi nûneratiya Komîteyê ve peyamek pêşkêş kir û soz da heta dawiya jiyanê ew dê domkerê rêbaza Zahîr Bedrî û tev şehîdên Kurdistanê bin.

Peyama Yekîtiya Ciwanên Demokrat a Kurdistana Îranê jî ji aliyê “Celal Qadirî” Berpirsê Yekîtiya Ciwanan li Danmarkê hate pêşkêşkirin.

Piştre peyama malbata Bedrî, ji aliyê Romî Bedrî kurê Zahîr Bedrî ve hate pêşkêşkirin, û ji aliyê malbata Bedrî ve soz nû kirin ku heta gihîştin bi armancên bavên xwe, ew fewadar bi hizb û gel dimînin û herdem piştevanê Hêza Pêşmergê Kurdistanê ne.

Di dawiyê de termê Zahîr Bedrî bi gotina sirûda “Ey Şehîdan” bi axê hate spartin.