Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Terora Beyrûtê/ Rejîma Îranê bi 1,75 milyard Dolar hat ceza kirin

21:48 - 10 Tîrmeh (Temûz) 2014

Kurdistanmedia: Rejîma Îslamî a Îranê bi dana 1 milyard û 750 milyon Dolar bi malbatên qorbanî ên bûyera terorîstî a Beyîrûtê hat ceza kirin.

Nûçegihanriya Feransê bilav kir, di Roja çarşemî 9’ê Tîrmeha 2014’an, dozgeriya pedeçûn di Niyoyorkê de ligel êrşîa terorîstî a Hizbullaha Lubnanê û rejîma Îslamî a Îranê di sala 1983’an de li Beyrûtê, hukma wî derket.

Li gorî wê cezayê, rejîma Îranê dibe yek milyard û 750 milyon Dolar bide malbatên Amrîkayan ku di wê êrîşa terorîstî de li welatê Beyrûtê hatin kuştin.

Ewa di demekê de ye ku qaziyekî dadgeha Amrîkayê sala 2007’an di hukmekê de biryar dabû ku rejîma Îranê dibe qase 2 milyard û 650 milyon Dolar bi wan malbatane bide.

Bombedanîna meqera çekdarî a hêzên deryayî a Amrîkayê li Beyrûtê 23’ê Çiriya Pêşîn a 1984’an, rû da ku 241 çekdarên Emrîkî û 58 çekdarên Ferensî hatin kuştin.

Rejîma Îranê her cure desttêwerdanek ret dike û Amrîka jî ragehandiye ku Hizbullaha Lubnanê û rejîma Îranê bi harîkariya hev ew êrîşa terorîstî kirine.

Li gor raportên salane ya wezareta karûbarê derve ya Amrîkayê li pêwendiyê digel terorîzma dewletî de, rejîma Îranê ji girîngtirîn piştîwanên terorîzma dewletî ye.

Rejîma Îranê piştî şoreşa gelên Îranê di sala 1978’an ji aliyê civaka navdewletî û welatên Rojava ve weke yek ji rejîmên piştîwanî ji terorîzma dewletî hatiye nas kirin.

Terora Dr. Ebdulreman Qasimlo û Dr. Seîd Şerefkendî, sekreterê pêşîn yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di salên 1989 û 1992, di bajarên Viyen û Bêrlînê yek ji nimûnên eşkere a terorîzma dewletî a rejîma Îslamî a Îranê ne.