
Kurdistanmedia: Bi boneya 26`ê Xermananê salroja şehîdkirina “Dr. Sadiq Şerefkendî” û hevalên wî, di bajar û gundên Kurdistanê de çalakiyên berfireh yên tebilîxî hatin lidarxistin.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, xebatkarên Demokrat ji ber nêzîkbûna 26`ê Xermananê, ji bo nûkirina peyamanê digel rêbaza şehîdan û şermezarkirina terorîzma rejîma Îranê, li cihên wekî, kolan, parka Girê Qazî, li pêşberî binkeya pasgaha hejmara 12, dola Kerwêşk, ber deriyê mizgevta Hezretî Îsma`îl, îstgaha 3, 4,5, û 6, Beharistana rojava, û Berharistana rojhilat, ber deriyê binkeya basic ya Beharistan, ber deriyê mizgevta Xatem El-Enbiya ya Beharistan, tirmînala kevin, ber deriyê hûneristana Êbnê sîna, sêriya Girê Qazî û pira hewayî ya Girê Qazî, bajarokê karmendan, ber deriyê hola tek stare, ber deriyê istexra Behmen, pişt sîlo û kolana Baxçê Sîse, çalakiyên berifireh yên tebilîxî encam dan.