Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Terorîst Qasim Silêmanî û Ebû Mehdî Mohendîs hatine kuştin

10:51 - 3 Kanûna Paşîn 2020

Kurdistanmedia: Terorîst Qasim Silêmanî, Fermandê Spaha Qudis a ser Spaha Pasdaran a terorîst û Ebû Mehdî Mohendîs, bi fermanan “Donald Trump”, serkomarê Amerîkayê hatine kuştin. Ew êrîşa Amerîkayê bo parastina hêz û karmendên xwe encam daye.

Wezareta Bergirî ya Amerîkayê, Pêntagon belav kiriye, “Qasim Silêmanî, fermandê Spaha Qudis a girêdayê Spaha Pasdaran a terorîst, digel Ebû Mehdî Mohendis, cihgirê Serokê Desteya Heşta Şeibî, kirine armancê balafirên Amerîkayê û herdu digel çend fermandê din ên Heşda Şeibî hatine kuştin.”

Kuştina wan du kesan ji aliyê Heşda Şeibî ve hate piştraskirin.

Maşînên terorîs “Qasim Silêmanî û Ebû Mehdî Mohendis” ji rêya Balafirxaneya Bexdayê ve kirine armanc û herdu jî hatine kuştin.

Qasim Silêmanî, fermana êrîş kirin li ser balyozxaneya Amerîkayê li Bedayê der kir û plana êrîş bo ser dîplomat û leşkeriyên Amerîkayê hebû.

Pêntagon li daxuyaniyekê de belavkir: “Kuştina Qasim Silêmanî bi fermana rastevxwe a Donald Trump bû.

Saziya Spaha Pasdaran a terorît kuyştina wan du kesan piştrast kiriye.

Herwisa “Mihemedcewad Zerîf” Wezîrê Derve yê rejîma Îranê gefên tun li Amerîkayê xwar.