Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Terorîstek kêmtir

16:32 - 6 Kanûna Paşîn 2020

Kerîm Perwîzî

Dawî rojên sala 2019-an bona ji rê derxistina meşên xelkê bêzarbûyî ê Îraqê li dijî destêwerdanên Îranê hêzên milîş ên nêzîkî rejîma Îranê û girûpên destçêkirî ên vê rejîmê êrîş kirin ser balyozxaneya Amerîka li Bexdayê û hinek cih şewitandin.

Di yekem demên roja sêyem ya sala nû de li Bexdayê balafireke bêbalafirvan a Amerîkayî êrîş kire ser darêjerê êrîşa li ser balyozxaneya Amerîkayê û ew digel hemû kesên derdora wî kuştin.

Di vê êrîşê de Qasim Silêmanî ku fermanderê Hêza Quds a terorîst a ser bi Spaha Pasdaran a Komara Îslamî bû, hate kuştin. Qasim Silêmanî di warê leşkerî de fermandê yek ji çiqên Spaha Pasdaran a terorîstî bû, lê di warê piraktîkê de kesê duyê ê rejîmê piştî Xamineyî bû, jiber ku stratejiya siyasî û aborî û reftara Komara Îslamî ji aliyê Xamineyî ve bi Qasim Silêmanî hatibû spartin, û kuştina Qasim Silêmanî cuda ji hemû peyam û sedemên din, ew peyama rohn bo Komara Îslamî bû, ku tenê yek qonax maye ku ew jî kuştina Xamineyî ye!! Lewra nameyeke rohn û eşkere ye ku yan stûxwarê cîhanê dibe yan rejîma wê tê jinavbirin.   

Piştî jinavbirina Qasim Silêmanî fermandê terorîstên ser bi Komara Îslamî, rejîma Tehranê li duriyekê de asê bûye, gelo bersivê bide, û herwekî nûnerê wan di NY de got, bersiva kiryara leşkerî bi kiryareke leşkerî bidin, yan bi awayekî din besîcî û pasdaran razî bikin?

Hekî bi êrîşa leşkerî li ser Amerîkayiyan bersiv bidin, dijkiryara piştî wê nahê pêşbînîkirin, herwek Tramp ragehandiye ku ewê li 52 cihên girîng ên Îranê bidin, renge yek ji wan ciyan Cemaran be, yan kar bigihîje şerê tewaw ku êdî tu şûnwarek ji Komara Îslamî li ser erdê namîne.

Lewra niha gefên zaf dixwin, ku bikarin alîgirên xwe razî bikin, lê bixwe dizanin ku her şaşiyek şaşiya mirinê ye.

Bo her azadîxwazekî nemana terorîstan cihê kêfxweşiyê ye, û hindî ku terorîst kêmtir bin cîhan ber bi aştiyê û avedaniyeke zêdetir ve pêngavan davêje, lê bo Kurd û Kurdistanê jinavçûna fermandê Spaha Quds a terorîstî gellek cihê dilxweşiyê ye, jiber ku Spaha Pasdran a rejîma Îranê hertim serkuta herî bihêz di Kurdistanê de li dijî Kurdan bi kar aniye, û herweha Spaha Quds berpirsê terorkirina rêberên PDKÎ û Kurd li dervey welat bûye, û Spaha Quds emrazê terorkirina rêberên Kurd Dr. Qasimlo û Dr. Şerefkendî bûye. Di serdema berpirsyariya Qasim Silêmanî de jî, tawan û cinayetên Spaha Quds li dijî Kurd û Kurdistanê zêdetir û zêdetir bûne, û heta bas ji vê yekê jî dihate kirin ku di hemaseya Kosalanê de Qasim Silêmanî bixwe çûye Sewlawayê û ferman daye ku bi çekên fosfor ên qedexekirî li pêşmergeyên PDKÎ bidin.

   Lê kuştina fermandeyekî terorîst dawiya kar nîne, û ew rejîma her di bingeha xwe de û di tewahiya xwe de sîstemeke terorîstî û terorîstperwer e. Terorîstek kêm dibe û keseke tawanbar di cihê wî de dadinên. Demekê cîhan û navçe aramiyê bi xwe ve dibîne, ku çavkaniya terorîzmê wate rejîma zal li Tehranê bê hişikkirin û ji nav here.