Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Terorîstên Îranê di Afrîqayê de hatine binçavkirin

17:10 - 2 Şibat 2021

Ragihandinên Îsraîlê dane zanîn ku çend kesên ser bi rejîma Îranê bi tawana dariştina pilan bona erîşkirin li ser çend balyozxaneyan, di welatekî Afrîqayê de hatine binçavkirin.

Roja Duşemî 1ê Şibatê, kanala televîzyonî ya “Kan” a Îsraîlê, raporek belav kiriye ku piştî kuştina yek ji darêjerên bernameya mûşekî û navikî yê rejîma Îranê, Muhsin Fexrîzade û li salvegera terorîstê gemar “Qasim Silêmanî”, rejîma Îranê xwestine bona tolhildana wan, êrîşî li ser balyozxaneyên Îsraîl, Amerîka û Îmaratê li welatek di rojhilata Aqfrîqayê de bikin.

Pilanên wan terorîstan ji aliyê dezgehên zaniyariyan ve hatine eşkerekirin û ew pilan hatine pûçkirin.

Pêka wê raporê, çend kesên girêdayê rejîmê ku bo komkirina zaniyariyan bi armanca êrîşeke terorîstî di rojhilata Afrîqayê de hatibûne şandinê, nasnameyên Îranî-Ewropayî hebûne.

Di mehên derbasbûyî de, çend kes ji wan terorîstên rejîma Îranê li rojavayê Afrîqayê de û çend terorîstên din li derweyî wî welatî, hatine binçavkirin.

Di wê raporê de navê wî welatê rojhilata Afrîqayê nedane kivşê û hêj rohn nîne ku pilana wan terorîstan li kîjan welatî de bûye.

Ew rapora televizyona Îsraîlî di halekê de hatiye belavkirinê ku li roja Înê, bombek li nêzî balyozxaneya Îsraîl li bajarê “Dêhlî” ya Hindistanê teqiyabû û piştre, Balyozê Îsraîl li Hindistanê, rejîma Îranê wekî yek ji gumanlêkiriyên wê êrîşê binav kiribû.