Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Terorîstên saîbirî yên rejîmê gefandixwin, ku PDKÎ guhdarî nekin

18:19 - 4 Adar 2019

Kurdistanmedia: Terorîstên saîbirî yên Spaha Pasdaran a rejîma Îranê, gefan ji xelkê dixwin, da ku, di torên  civakî de Demokratê guhdarî nekin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, terorîstên saîbirî yên Spaha Pasdaran, reftara xelkê asayî di torên civakî û medyayan de çavdêrî dikin, û gefan ji wan dixwin, ku nabe kanalên ku nêzîkî PDKÎ ne, çav lê bikin, û li pey nûçe û zanyariyên  kanalên wiha nebin.

Her di vê pêwendiyê de, bi awayên taybet bo xelkê peyama dişînin, û gefan ji wan dixwin, da ku ji wan kanalên ku nêzîkî PDKÎ ne, dûr bikevin û wan bilok bikin.

Terorîstên saîbirî yên rejîma Îranê, hişdarî ji kesên ku torên civakî bikar tînin dane, ku heya laîkkirina postên PDKÎ jî, bi wateya piştevanîkirin ji hizbê ye, û dibe torên wiha rîport bikin.

Rejîma Îranê, berdewam hewl dide, da ku, torên civakî yên PDKÎ hek bike, yan jî, li rêyên din, pêşî ji belavbûna nûnçe û zanyariyên PDKÎ bigire.