
21ê Xezelwera 1400an a Rojî, salvgera erdheja parêzgaha “Kirmaşan”ê ye ku 4 sal bi ser wê bûyerê re derbas dibe.
Tevî derbasbûna 4 salan bi ser wê bûyerê, hêj beşek ji berketiyên erdhejê li wê parêzgahê di nava kanêksan de dijîn û ji xizmetkariyên seretayî û tenduristiyê bêpar in. di wê derheqê de aliyên pêwendîdar erkdar in ku wan xizmetkariyan bo berketiyên erdhejê dabîn bikin, lê rejîma Îranê ti giringiyekê bi berketiyên erdhejê nade.
Eva di halekê de ye ku rewşa aboriya xelkê Rojhilatê Kurdistanê li beranber bajarên Farsnişîn û Tirknişîn gelek xirabtir in û herwisa ji aliyê xizmekarî û piraniya kar û pîşeyan jî bêpar in.
Di Sala 1396an a Rojî de erdhejek bihêz parêzgeha “Kirmaşan”ê hejand û pêka amarên rejîmê zêdetir ji 620 kesan canê xwe ji dest dan û herwisa 9 hezar û 388 kes jî birîndar bûn û nêzî 7 hezar kes jî aware û bê xanî û serpenah mabûn.