Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tevî dorpêçên aborî, hinardekirina nefta Îranê zêde bûye

11:50 - 26 Îlon 2020

“Tanker Trakerz” daye xuya ku hinardekirina nefta Îranê di meha Îlonê de du beranbêrê meha Tebaxê bûye.

Roja Înê, 25ê Îlonê, Saziya Kontrolkirina Gemiyên Nefthilgir a bi navê “Tankêr Trakêrz” (TankerTrackers) di rapora xwe de daye xuya, ku hinardekirina nefta Îranê li meha “September”ê, di hember meha derbasbûyî an ku “August”ê de 2 beramber zêde bûye, tevî dorpêçên aborî ya li ser rejîma Îranê, bi awayê qaçax û bi guherîna nav û alayên cor bi cor, rejîma Îranê nefta xwe hinarde dike.

Piştî derketina Amerîka ji girêbesta “Bercam”ê di sala 1397an û cîbicîkirina dubre ya dorpêça aborî ya hinardekirina nefta Îranê ku her roj bi qasî 2 milyon û 500 hezar bermîl bû, bi lezgînê û yekcarî hinardekirina nefta Îranê daket.

Pêka amarên “Tanker Trackers” di meha “September”ê de, hinardekirina nefta Îranê di rojekê de gihîştiye nêzî 1 milyon û 500 hezar bermîlan.

Rejîma Îranê ti girîngiyek bi dorpêça aborî ya li ser hinardekirina neftê nade, û bi awayên cor bi cor nefta xwe hinarde dike û welatên wekî Vênêzoêla ticaretê digel Îranê dikin û rejîma Îranê nefta xwe di nav bazarên reş de jî bi pereyekî kêmtir difroşe.