
Pêka nûçeya gihîştî bi malpera “Kurdistanmediya”yê, hêzên Spaha terorîst a Pasdaran li bajaroka “Nêy”a girêdayî bajarê Merîwanê, bona 22`ê Rêbendanê rêûresmek lidar xistin.
Herçend ku pêştir rejîma Îslamîî ji xelkl wê bajarokê re soz dabû, eger di vê rêûresmê de beşar bibin, dê yarîgeha wan avedan bikin.
Herwisa bi sedema vê ku, xelkê wê bajarokê di rêûresma rejîmê de beşdar nebûn, rejîm bi tiromibîlên Mînîbosan li bajarê Merîwanê dersxwan, xwendekar û birêveberên organan bona beşdarî kirina di vê rêûresimê de bo vir veguhastibûn.
Ji aliyekî din ve jî, rejîmê pêştir di gel gundiyên “Tengîserê” peywendî girtibû ku, roj Pênçşemî bona birêveçûna rêûresma 22`ê Rêbendanê amadekariyên tewav encam bidin û bi ti awayî nabe elekterîk jî qut bibe û heta Şêvr û moxtarê gund jî divê beşdarî wê rêûresmê bibin.