Êrîşa hêzên Rûsiyê li ser Ukraynê di şeşemîn rojê de berdewam e û wêneyên mahwareyî yên roja Dûşemî 9ê Reşemê didine xuya ku karwanek mezin a leşkerî ya hêzên Rûsiyê bi dirêjahiya 64 kîlometran ber bi kiyêfê ve bi rê ketiye.
Şandina wî karwanê leşkerî di halekê de ye ku şeva derbasbûyî, yekem civîna danûstandinên Rûsiye û Ukraynê bi bê encam bi dawî hatibû.
Pêka raporan, li roja Duşemî 9ê Reşemeyê, tevî danûstandinan bo rawestandina şer, , Rûsiyê êrîşeke giran li rojhilata Ukraynê li ser bajarê Xarkofê kiriye ku gelek xisarên canî û malî li pey xwe aniye.
Serkomarê Ukraynê “Viladêmîr Zêlênskî”, bombebarana Xarkofê bi cinayeta şer binav kir.
Di wê derheqê de bi 10an welatan li rêkxirava Netewên Yekgirtî, reşnivîsa ku daxwaz ji Rûsiyê dike şerê li ser Ukraynê rabigre, piştewanî kirine.
Heta niha Amerîka û welatên Ewropayê tevî alîkarîdana leşkerî bo Ukraynê, sîstema malî û bankiyên xwe digel Rûsiyê qut kirine û esmanê welatê xwe bo balafirên Rûsiyê dayxistine ku xisarek zêde bi aboriya Rûsiyê gihandiye, lê heta niha Rûsiyê êrîşên xwe li ser Ukraynê domandine û êrîşên xwe dijwartir kirine.