Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tevî tepeseriyan xwenînşadan di Îran ê de berdewame

13:04 - 27 Tebax 2020

Mangirtina kedkaran tevî tepeseriya ji aliyê hêzên rejîma Îranê, hêj berdewame û kedkaran biryar dane, heya gihîştin bi daxwazên xwe,dê berdewam bin.

Roja Çarşemî, 26ê Tebaxê, hejmarekî zêde ji kedkarên şirketa “Nêyşikera Heft Tepe” di hember bînaya Fermandarî a bajarê “Şûş”ê kombûnekî nerizayetiyê lidar xistin, tevî ku roja berî hingê, ji aliyê hêzên Întizamî yên rejîmê ve hatibûne kevtibûne ber tundûtîjî û tepeseriyê, roja Çarşemiyê jî mangirtina xwe ya li roja 73an , domandin.

Berdewamiya mangirtin a kedkaran piştî tepeseriyan, dikeve qonaxekî nû ku êdî ew di hember rejîmê de bihêztir dibin, û kedkarên şirketa “Heft Tepe” ragihandine ku heya gihîştin bi daxwazên xwe yên rewa, dê li ser mangirtin  xwe berdewam bin û dê mukum bin li ser daxwaziyên xwe.

Herwisa li gundê “Ebulfezl” a girêdayê bajarê “Ehwaz” a parêzgeha Xûzistanê, di navbera xelkê wî gundî û hêzên taybet anku “Yêgana Wîjê” de, şer û pevçûn hate navber ku di wê pevçûnê de, hêzên rejîmê, gaza bîber û gulleyên saçmeyî bi dijî xelkê bikar anîn ku çendîn kesên birîndar bûn, xelkê wî gundî ku hejar û werzêrin, bi dar û beran, berdane hêzên rejîmê û ji gundê derxistin.

Binyata “Mistez`efan” xwe xwediyê vî gundî dizane û dixwaze gundiyan ji gund, derxîne.