Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tevlîbûna ciwanên Kurd bi refên Pêşmergeyên Kurdistanê, berdewame

18:53 - 30 Adar 2019

Kurdistanmedia: Cejna bidawîhatina Dewra 235`an destpêkî a pêşmerge, li ser çiyayên Kurdistanê hat lidarxistin.

Li gorî  nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedai”yê, roja Pênçşemî, 8`ê Xakelêweya 1398`an, dewra 235 a destpêkî a Pêşmerge, li ser çiyayên Kurdistanê bidawiyî bû, û desteyek din ji ciwanên şoreşger yên Kurdistanê tevlî refên “Hêza Pêşmergê Kurdistanê” bûn.

Rêûresim bi xwendina sirûda neteweyî a “Ey Reqîb” û herwisa ragirtina bîstek bêdengî bo rêzgirtin ji riha pak a şehîdên Kurd û Kurdistanê destpê kir.

Piştire amadebûiyên vê dewrê, sond bi nîştiman xwerin ku, heya ser hestiyan emegidarê armancên hizb û gelê xwe bimînin, û piştire “Luqman Mêhfer” endamê Heyeta Kargêrî  yê Navenda Siyasî a PDKÎ, axavtinek pêşkêşî amadebûyankir, û tevî pîrozkirina bidawîbûna serkevtiyane a vê dewrê got: “Bidawî hatina Dewra we, pêngav  li nav qonaxeke nû daniye a  jiyana siyasî û navê bilind yê pêşmerge dibe nesîb, ku naveke li dîtingeha neteweya  me, bi kela berxwedanî û parêzerên îradeya neteweyî didanên.

Sam û heyîbeta bivêrane a pêşmerge, dijminê dagîrkar bi çok de aniye û hezkirina bê sînor di nav hinavên komên xelkê Kurdistanê de, bo xwe misuger kiriye, li îro şonda berpirsaiyetiya zêde dikeve ser mile we û li hemberî nîştiman û neteweya xwe wezîfedar dibin.

Di berdewamiya axavtinên xwe de bas ji qonaxa nû a naskirî bi “Rasan”ê kir û got: Çend salan berî niha di demsaleke wiha de rêberatiya hizba me li hemberdaneke pir alî de rewşa Îran û Kurdistanê gihîşte vê encamê ku temenê Komara Îslamî a Îranê ber bi dawiyî diçe, û her bi vê sedemê jî dibe demsaleke nû li xebat û serihildanê bo bercestekirina pêgeha Kurd û Partiya Demokrat destpê bike.

Di qonax nû a me Rasana Bajar û Çiya bû, û di vê qonaxê de jî tevî hemû astengiyên ser rê, me şiya îradeya berxwedanî û morala şoreşgerî li bîr û hizra taken Kurd de zindî bikin û  eva jî ku îro hûn cejna pêşmergebûnê lidar dixînin nîşaneya bersiva Bajar bo Çiya ye.

Piştre sirûdek bi navê, “Ey Demokrat” ji aliyê amadebûiyên dewrê hate pêşkêkirin.

Herwisa di beşeke din a vê rêûresimê de, rapora Perwerdê a Dewra 235`an a destpêkî a pêşmerge ji aliyê “Xelîl Gilû Kanlû” bi nûneratiya Fêrgehê hate xwend.

Piştire peyama dewra destpêkî, ji aliyê “Cemal Sefewiyî” hate pêşkêşkirin.

Herwisa di beşeke din a vê rêûresimê de jî, bi ser kesên yekem heya sêyem yên di warên cerbandinên siyasî leşkerî û herwisa disîplînê de, xelat hatin par vekirin.

Piştire hevjîna şehîd “Şehab Heyderî”, bi nîşaneya rêzgirtin li emegnasiya kurê xwe bi rêbaza bavê xwe, midalek pê bexşî û navê şehîd “Şehab”,li stûyê kurê xwe kir, ku di vê dewrê de serkevtiyane çeka berevanîkirin ji kirameta neteweya xwe avêtiye milê xwe.

Herwisa di nav rêûresimê de, çend helbest û stran jî pêşkêşî amadebûyan hatine kirin.

Rêûresim bi encam dana çend nimayêşên leşkerî ji aliyê amadebûyên dewrê dawî pê hat.