Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tevlihevî û bêserûberiya di navbera deshilatdarên rejîmê de

13:04 - 17 Gulan 2020

Hesen ruhaniyê Serkomarê rejîmê ku gelek mêjveye cehdê dike ku rewşa welat li derheq Korona yê de, asayî rabigehîne û heya niha çendîn caran bo mehta xwe, pîrozbahiya serkevtina bi ser koronayê kiriye, roja şemiyê 16 ê gulanê ragihand ku Nimêja Eyda Remezanê , anku Eyda Fêtr, li seranserî Îranê dê li Mizgevtan de birêve biçe.

Hesen Ruhanî herwisa got Navendên Pîroz jî piştî meha Remezanê dê bêne wekirin.

Hesen Ruhanî di demekê de wan qisane dike û radigehîne ku xelk dikarin biçne Mizgevtan û Ziyaretgehan, Wezîrê Saxlemiya rejîm ragihand ku rewşa welat gelek xirabe û di çendîn Parêzgehên Îranê de rewşa Avirte û Sor hatiye ragihandin, û daxwazê ji xelkê dike ku bi hilkevta Cêjna Remezanê xwe ji sefer û serdanan biparêzin û di malên xwe de bimînin.

Ewajî vê yekê dide xûyakirin ku Hesen Ruhanî bê hemahengî di gel Wezareta Bêhdaşt û her xwere hatiye wan gotinan dibêje.

Ruhanî di bona weşartina bê kifayetiya xwe û rejîma xwe, nava axivtina xwe de got: Dijmin dixwast welat te`etîl bike, û cehd kir vêraniya welat bêxe ustiyê dujmin û evjî diyar nine kanê dujmin kêye.