
Mamostayê aborî a zanîngeha Tehranê basdike ku niha enfilasiyon anku Tewerom a hewcehiyên sereke bi qasî %60 e.
Roja Duşemî, 1`ê Hezîranê, mamostayê aborî ya zanîngeha Tehranê, “Secad Berxurdarî”, baskiriye ku niha, qasa enfilasiyonê anku bilind û nizim bûnê pêka sala 1393`an tê berevird kirin û dibe ew bo sala 1396 an sala 1397`an bê guhertînê ku, di wan salan de zêdetirîn asta bilindbûna nirxan hebûye, û herwisa got ku qasa Teweroma niha ya hewcehiyên sereke bi qasî %60 e.
Wi mamostayê zanîngehê baskiriye ku “Banka Navendî” qasa teweromê, %22 ragihandiyê lê gihîştin bi wê stratejiyê, “hewceyî bi hebûna pêgehên wekî emrazên hewce û cihgîr bûna welat heye, tinebûna wan pêgehan di rewşa niha de, pir dijware” wekî mînak banka navendî dê çawan bikare nirxa erz ku nirxeke wiha zêde heye, kêm bike? Hekî nekarin wê qasa Teweromê bigehînin bi qasa ku Banka Navendî ragihandiye, dê encamên aborî yên pir giran û dijwar hebin.
Aboriya herifiye rejîma Îranê, bê ti berewirdeke zanistî û bi gotina hejmar û qasên nepejirandî bixwe derbek bi terh û bernamên aborî yê rejîma Îranê ye.
Neşiyana berpirsan û şaşbûna binyta hizrîn a armacên rejîma Îranê li derheq awayê bikar anîn û mifahwergirtin ji aboriya Îranê dê, rola sereke û bingehîn di hejarî û paremana xelkê Îranê heye.