Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Teyrên Demokrat li bajarê Sine, çalakiyên piropagendeyî lidar xistin

17:37 - 26 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Pêşmergên Bajar li bajarê Sine, bi lidar xistina çalakiyên berfireh ên piropagendeyî, dilê dagîrkeran hejandin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “kurdistanmedia”yê, roja Sêşemî 4`ê Pûşperê, pêşmergên Bajar bi hilkefta nêzîkbûna salroja şehîdbûna rêberê mezin û navdar ê gelê Kurd, “Dr.Qasimlû” û herwisa bo yada salroja şehîdên “Kosalan”ê û hemasên mezin ê wan, di çend deverên bajarê Sine de, çalakiyên piropagendeyî lidar xistin.

Teyrên Demokrat li bajarê Sine, li cihên wekî: “Meydana Mihemedî, Şehreka Mewlewî, Şehreka Qişlaq, Şehreka Werzeqanî, Şehreka Mu`elîm, Şehreka Bê`ised, Şehreka Ferece û herwisa Tirmînala Tehran, çalakiyên berfireh lidar xistin,

Ewe di demekê de ye ku, rojek pêştir, Teyrên Demokrat li bajarê Palingan û Kamyaranê, heya nêzîkê rêya bajarê Sine, kar û çalakiyên berfireh yên piopagendeyî birêve birin. Rejîma kevneperesta Îranê, hemû bajar û dever bi anîna caş û ajanan, li tirsa pêşmergeyên Bajar, mîlîtarîze kiribûn.

Teyrên Demokrat li bajarê Sine bi encamdana wan çalakiyane, bi Spaha Pasdaran a terorîst nîşandan ku em ne li mîlîtarîzekirina deverê ditirsin û ne li gef û çek û kirêgirtiyên we ditirsin, xebata me xebatek rewaye û lidijî rejîma dagîrker a Îran ye û em heya dawiya jiyana xwe rêya Şehîd û Hizbê berdewam dikin.