Kurdistanmedia: Pêşmergeyên Bajar û endamên PDKÎ, li bajarê Tehran û Merîwanê çalakiyên berfireh ên piropagendeyî lidar xistin.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Sêşmî 28`ê Cozerdana 1398`an, Bazên Demokrat, pêşmergeyên jêhatî û bivêr ên Bajar, bi lidarzistina çalakiyên piropagendeyî li bajarê Tehran a paytexta Îranê, dilê dahgîrkarê tijî li keb, li cemaran a bajarê Tehranê hejand.
Bazên Demokrat bi belavkirina Postêr û logoya Partiya Demokrat û herwisa logoya “Hêza Pêşmergê Kurdistanê”, ku zêdeyî li 450 tirakit û postêran bû, belavkirin.
Ew cihên ku çalakiyên piropagendeyî hatin lidarxistin wiha ne: “Meydana Azadî, Meydana Welî Esir, Devera Tecrîş, Bostana Arizû, Niyaweran, Se`adet Abad, Welencek, Topxwane û Cimhûrî”.
Hevdem xebatkarên Demokrat li deverên “Serdoş” a girêdayî bajarê Merîwanê, bi hildana alaya pîroz a Kurdistanê, û weşana sirûda neteweyî ya “Ey Reqîb” çalakiyên piropagendeyî bo piştevanîkirin li pêşmerge û PDKÎ, lidar xistin.