Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Teyrên Zagros”ê caşek li devera Pîranşehrê de gihandine bi cezaya tawanên wî

12:28 - 18 Îlon 2020

“Weblog”a Teyrên Zagirosê belav kiriye ku tawanbarek di devera Lacan a Pîranşehrê de gihandine bi cezayê tawanên wî û kuştine.

Di nûçeyekê de “Weblog”a Teyrên Zagirosê belav kiriye ku, êvara roja Pêncşemî 27ê Xermananê li “Kone Lacan” a Pîranşehrê, caşek bi navê Seyîd “Tahir Tiso” naskirî bi seyîd “Tahir Mela Reşîd”, bi tawana çaşayetî, sîxurî û pîlandarêjî bo xistina tekoşer û nîştimanperweran di nav telikê de, bûye bi armanca Teyrên Zagirosê û gihîştiye cezayê xwe.

Pêka nûçeya “Weblog”a Teyrên Zagirosê, birayeke navbirî mela Seyîd “Şêxe Tiso” ku ji kirêgirtiyê rejîmê ye û li tawanên derheq gelê xwe bê par nebûye, û berê jî dabûne ber gulleyan û hatibû birîndarkirin.

“Teyrên Zagiros”ê ragihandine: “Ji pêxema armancên gel û berevanî ji netewa me, çeka me herdem museleh e”.