Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Thomas R. Nides: “Hemû bijarde bo rawestan li hember Îranê li ser maseyê ne”

20:00 - 11 Tîrmeh (Temûz) 2022

Balyozê Amerîkayê yê li Îsraîlê “Thomas Nides” li derheq bernameya navkî ya rejîma Îslamiya Îranê bi tekezî got: “Tevî girîngiya rêkara dîplomatîk bo mijara navkî ya Îranê, hemû bijardeyek dîsan li ser maseyê ne”.

Balyozê Amerîkayê yê li Îsraîl “Thomas Nides” roja Yekşemî 10ê Tîrmehê di hevpeyvîn digel nûçegihaniyeke Îsraîlî de tevî îşarekirin bi “nêzîkbûna Îranê bi berhemanîna bombeya navkî” gotiye: “Di rewşek wiha de û pêka gotinên “Joe Biden” Amerîka bo lihevkirina navkî yê digel Îranê, ti sazanekê digel mijara rêkxiravên terorîstî pêk nayîne”.

Rejîma Îranê yek ji mercên danûstandinên zindîkirina Bercamê, derxistina navê Spaha Pasdaran a terorîst ji rêzbenda rêkxiravên terorîstî ye, lê heta niha Amerîkayê bi ti awayekê amade nine ku vê yekê erê bike.

Herwisa “Thomas Nides” gotiye: “Ewlehiya Îsraîl dê yek ji girîngtirîn mijarên gotûbêjên Joe Biden digel berpirsên Îsraîlê be û di destpêkê de jî Amerîkayê gotiye ku naxwaze ji mafê berevaniya Îsraîl di ewlehiya netewî ya Îsraîlê de rêgirî bike”.

Biryar e ku Joe Biden li 13ê Tîrmehê serdana Rojhilata Navîn bike.