Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ticareta di navbera Îran û Rûsiyê bi “Rûbl”ê Rûsiyê tê encamdan

18:55 - 27 Tîrmeh (Temûz) 2022

Rejîma Îranê bo berjewendiya Rûsiyê digel wî welatî bi pereyê Rûsiyê anku Rûbil, ticaretê dike.

Dorpêçên Yekîtiya Ewropa û Amerîka li ser Rûsiyê, ew welat xistiye nav givaşek zêde û rejîma Îranê bo berjewendiya Rûsiyê amade bûye ku ticareta xwe digel Rûsiyê bi pereyê Rûsiyê bike û niha Rûblê Rûsiyê di bazarên Îranê de bi 539 Tumen tê firotin û Îran bi Rûblê Rûsiyê bi tenê dikare digel Rûsiyê ticaretê bike.

Rûsiyê bo dorlêdana dorpêçan hewl daye ticareta neftê digel Hindistanê zêdetir bike û heftiyekê berî niha Nûçegihaniya “Reuterz”ê belav kiribû ku “Di dawi firotina nefta Rûsiyê bo Hindistanê, perê firotina neftê bi Dirhemê Îmaratê vergirtiye”.

Beşek ji palavtingehên Hindistanê bi nefta Rûsiyê mijûlê palavtin û firotina nefta ne û Rûsiye di bazaran de cihê Îranê jê standiye, lê ew di halekê de ye ku rejîma Îranê bi perê Rûsiyê ticaretê digel wî welatî dike.

Îraq, Rûsiyê û Erebistan zêdetirîn neftê difroşine Hindistanê û di bazaran de bi cihê nefta Îranê niha nefta Rûsiyê dikirin.

Rejîma Îranê, bo berjewendinya Rûsiyê bazarên neft, gaz û çendîn berhemên din ên ticareta xwe bi Rûsiyê dane.

Banka navendiya Hindistanê jî mehek berî niha sîstemek nû ya bankî dabû nasandin ku ticareta navnetewî bi perê Hindistanê anku “Rûpiye” bêne encamdan.

Di wan ticaretan de ti basek ji perê Îranê tinîne.